Pakistan dixwaze bibe xwedan têkiliyên baş li gel Kurdistanê.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Pakistanê yê li Îraqê Mihemed Zîşan Ehmed kir.
Di civînê de balyozê Pakistanê yê li Îraqê kêfxweşiya xwe ya li hember awedanî û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir û spasiya hikûmet û Serkirdatiya herêma Kurdistanê kir.
Balyozê Pakistanê jî Serok Barzanî re ragihand ku, welatê wî dixwaze bibe xwedan têkiliyên baş û bihêz li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de.
Rewşa siyasiya Îraq û deverê, têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û herwiha gefên terorî li ser asta cîhanî û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin