Ukrayna dibêje Rûse bizanebûn êrîşî ser xelkê medenî dike.
Artêşa Ukraynayê belav kiriye ku, şeva derbasbûyî Rûsye bi hijmareke zêde dronan êrîşî ser çend bajarên Ukraynayê kiriye.
Artêşa Ukraynayê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, gelek dronên Rûsî li asmanê Kiev û çend bajarên din hatine dîtin û sîstemên berevanî yên Ukraynî jî karîne çend dronên Rûsî bixin erdê.
Di beşeke din ji daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, Rûsye şerê tirsinokane dike û bi zanebûn êrîşî ser xelkê medenî dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin