Zirarên gelek mezin ber dikanan ketine.
Şeva derbasbûyî jiber sedemên nediyar şewateke mezin li ser cadeya 60 metrî ya li Hewlêrê derketiye û piştî 7 seatan hêzên hawar hatinê karîne şewatê kontrol bikin.
Ev şewat li bazara firotina kelûpelên ciwankarî yên tirimbîlan de derketiye û rixmî hewldanên hêzên hawar hatinê lê zirarên gelek mezin bi bazar û dikanan ketine.
15 tîmên hawar hatinê bihevre piştî çend seatan karîne şewatê vemirênin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin