10 endamên îstîxbarata Îsraîlê jî hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê îro duşem daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, ji 7ê Cotmehê ve heta îro jiber şer û pevçûnan bi giştî 700 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, ji wan 700 leşkeran 140 ji wan piledar bûne.
Di daxuyanê de behsa hijmara polîs û endamên îstîxbarata Îsraîlê jî yên ku, hatine kuştin hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, ji 7ê Cotmehê ve heta îro bi giştî 10 endamên Mossadê û 63 polîs jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin