Buhayê lîreya Tirkî bi berdewamî dadibeze

tu bandoreke tedbîrên hikûmetê li hember dolarê tuneye.
کوردستان TV
100%

1 dolar 34 lîre derbas kiriye.

Qirîza darayî, giranî û bêkariyê li Tirkiyeyê berdewame û jiber wan sedeman jî rewşa abûrî ya Tirkiyeyê gelek dijwar bûye.

Di vê çarçoveyê de îro duşem li gel vekirina burseyên Tirkiyeyê lîreya vê welatî dîsa buhayê xwe li hember diravên biyanî ji dest da û buhayê yek dolar bû 34 lîre û 2 qirûşan.

Herwiha buhayê euro jî bû 38 lîre û 6 qirûş. Ev di demekê deye ku, hikûmeta Tirkiyeyê tedbîrên gelek zêde stendibû bo pêşî girtin ji dabezîna buhayê lîreyê.

 

Rojhilata navîn Tirkiye Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.