Serok Barzanî li gel Serokê Kilîseya Keldan li Îraq û cîhanê civiya

Serok Barzanî: Parastina pêkhateyan li cem me pirensîbeke serekeye.
کوردستان TV
100%


Behsa rewşa bihevre jiyanê li Kurdistanê de hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Kilîseya Keldan li Îraq û cîhanê Patriarch Cardinal Mar Louis Rophael Sacco û şandeke pê re kir.

Di civînê de Serokê Kilîseya Keldan li Îraq û cîhanê stayîşa rola Serok Barzanî kir jiber hewlên wî yên bo parastina pêkhateya Keldan û piştîvanî kirina daxwaz û dilinya kirina wan bo gerentî bûna pêşeroja wan li herêma Kurdistan û Îraqê de û ragihand ku, Mesîhiyên derveya Îraq û herêma Kurdistanê spasiya helwestên Serok Barzanî dikin.

Di civînê de Serok Barzanî jî rixmî bixêr hatin kirina şanda mêwan ragihand ku, Mesîhî û tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî li herêma Kurdistanê de weke beşek ji gelê me ne û bi her awayî berevanî ji mafên wan dikin û ev yek li cem me pirensîbeke ku, nayê guhertin.

Rewşa siyasiya Îraqê û rewşa Kerkûkê û çend babetên din yê taybet bi pêkhateyan mijarên din yên civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.