Serokê herêmê û Fermandarê hêzên hevpeymanan civiyan

behsa reformên nava hêzên pêşmerge hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa deverê û metirsiyên DIŞIê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên hevpeymaniya cîhanî yên li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Kevin Leahy kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa ewlekariya li deverê û metirsiyên DIŞI yên bo ser ewlekariya deverê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, hîn jî DIŞI metirsiyeke rastîne bo ser ewlekariya deverê û bi êrîşên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê ev metirsiya han jî didome.

Her di vê çarçoveyê de tekez li ser girîngiya hemahengî û berdewamiya hevpeymaniya cîhanî li ser erkê xwe li deverê de kirin û balkêşandine ser girîngiya hemahengî û hevbeşiya navbera hevpeymaniya cîhanî ya li gel hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna DIŞIê.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser mijara reformên nava hêzên pêşmerge û yekxistina hêzên pêşmerge hate kirin û tekez li ser serxistina vê prosesa han hate kirin.

Her di vê derbarê de Serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku, Kurdistanê li ser serxistina reformên han biîsrare.

Di dawiya civînê de ku, wezîrê pêşmerge û Konsulusê Amerîkayê li herêma Kurdistanê jî têde beşdar bûn behsa pêşhatên dawî yên li deverê û rewşa aloz ya li deverê hate kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.