Îran jî dibêje vê tola Îsmaîl Heniye bistîne.
Li gor nûçeyeke Erebiye, duhê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di gotareke xwe de yaku, li navenda leşkerî ya hêzên asmanî ya bi navê Ramat David pêşkêş kiriye ragihandiye ku, Îsraîl bo bersifdana her cure êrîşek amadeye û xwe bo her senariyoyekê amade kiriye.
Netanyahu diyar kiriye ku, ez niha liwirim û dibêjim em bo berevanî kirin û bo êrîş kirinê jî amadene.
Ev gotinên Netanyahu di demekê dene ku, Îran diyar kiriye ku, agirbesta Xezeyê ti elaqeyeke xwe bi êrîşa Îran bo ser Îsraîlê nîne û Îran vê tola Îmsaîl Heniye bistîne.
Ji aliyeke din ve duhê hin jêderên çapemeniyê jî belav kiribûn ku, Îran dixwaze bi rêya bejahî û bi hevkariya komên çekdar yên bi wekalet êrîşî ser Îsraîlê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin