Îran helwesta xwe li hember Îsraîlê diguhere

Xamneyî beruvajî rayedarên leşkerî daxwaza paşde çûna taktîkî dike.
کوردستان TV
100%

Rêberê Îranê gotiye paşkeşiya taktîkî fêdeya xwe heye.

Di demekê de ku, 3 hefte bi ser kuştina Îsmaîl Heniye li Tehranê re derbas dibe û cîhan li benda êrîşa Îranê bo ser Îsraîlê ye, Rêberê Îranê Elî Xamneyî duhê bişev daxuyaniyeke ecîb daye.

Li gor nûçeyeke malpera fermî ya Xamneyî, Rêberê şoreşa Îranê derbarê êrîşên Îranê yên bo ser Îsraîlê ragihandiye ku, paşkeşiya taktîkî fêdeya xwe heye zirarê xwe tuneye.

Ev gotinên Xamneyî di demekêdene ku, rayedarên leşkerî yên Îranî diyar kirine ku, Îran êrîşî ser Îsraîlê dike lê dema êrîşan nediyare.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.