Serokê herêmê li gel Konsulusê nû yê Brîtanyayê civiya

Brîtanya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

Brîtanya û Kurdistanê têkiliyên xwe bihêztir dikin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû  yê Brîtanyayê li herêma Kurdistanê Andrew Beasley kir û rixmî pîrozbayî kirin li wî hevdem hêviya serkeftinê jî bo xwest û piştîvaniya xwe jî bo serxistina pîwerdariya wî diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Andrew Beasley jî kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar bûna xwe weke Konsulusê welatî xwe li herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser xwesteke Brîtanyayê bo pêşde birina têkiliyan û berfiretir kirina hevbeşiya li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin û her du alî hêvî xwestin prosesa dengdanê bi serkeftî were meşandin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên deverê jî hate kirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.