Nivîsîngeha Îsmaîl Heniye hate wêran kirin

duhê êvarî êrîşî ser nivîsîngeha Îsmaîl Heniye hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Gelek kuştî û birîndar jî hene.

Eniya berxwedana îslamî li Felestînê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, duhê êvar balefirên cengî yên Îsraîlê, nivîsîngeha Serokê berê yê Hemasê Îsmaîl Heniye li Xezeyê bordiman kirine.

Kanala Cezîre li ser zarê rayedarên eniya berxwedana îslamiya Felestînê belav kiriye ku, di encama bordiman kirina nivîsîngeha Îsmaîl Heniye de gelek rêhevalên Îsmaîl Heniye û hijmareke zêde ji karmendên vê nivîsîngehê hatine kuştin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.