Di civînê de behsa bihêztir kirina têkiliyan hatiye kirin.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Bengeladeşê li Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Balyozê Bengeladeş yê li Îraqê birêz Mihemed Fezlulbarî kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de kir.
Me spasiya balyoz kir ku, di dema pîwerdariya xwe de hewl bo bihêz kirina têkiliyên navbera her du aliyan daye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Balyozê Bengeladeşê jî rêzdariya xwe bo hevkarî û hemahengiya baş ya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel balzoxaneya welatê xwe diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin