Ev tîma han kar li gel hêzên pêşmerge dike.
Wezareta pêşmerge daxuyaniyek belav kiriye û têde qala serdana şandeke leşkerî ya Fransî bi Serokatiya Fermandarê hêzên Frensî yên di nava hevpeymaniya cîhanî Colonel John Mark kiriye.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye eşkere kirin ku, şanda leşkerî ya Frensî li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiyaye û di civînê de giftûgo derbarê reformên nava hêzên pêşmerge de hatiye kirin û hikûmeta Franseyê bi mebesta piştîvanî kirin ji prosesa reforman şandeke Şêwirmendî ya leşkerî dişîne Kurdistanê û ev şanda han li gel wezareta pêşmerge li ser reformên nava hêzên pêşmerge dixebite.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin