Şandên Almanî û Brîtanî serdana mekteb siyasiya PDK kirin

behsa amadekariyên heyî yên bo hilbijartinên parlementoyê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel berpirsê desteya îdarî ya mekteb siyasî civiyan.

Îro li Pîrmamê berpirsê desteya îdarî ya mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê Fazil Mîranî pêşwaziya alîgira balyozê Brîtanyayê li Îraqê û konsulusê vê welatî li Hewlêrê bi wekalet Catrin Show kir.

Di civînê de rixmî giftûgo kirin li ser rewş û pêşhatên li deverê de hevdem giftûgo derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de hate kirin ûFazil Mîranî tekez li ser amadebûna tevahiya aliyên siyasî bo hilbijartinê kir û hêviya vê yekê xwest ku, hilbijartineke azad û demokratîk were kirin.

Şanda Brîtanî jî amadebûna welatê xwe bo pêşkêş kirina her cure hevkariyek bo serxistina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanî diyar kir.

Her îro li Pîrmamê Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulusê Almanyayê li herêma Kurdistanê Klaus Sticher kir.

Di civînê de Fazil Mîranî behsa rewş û pêşhatên li deverê de kir û balkêşande ser amadekariyên heyî yên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo hilbijartinên parlementoyê.

Her di civînê de Konsulusê Almanyayê jî ragihand ku, rixmî kêşe û qirîzên heyî herêma Kurdistanê gelek bi başî pêşketiye û hêvî kir pêşkeftina herêma Kurdistanê berdewam be.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.