Dibêje kêşeya S400an çareser bike.
Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê Jeff Flake di civîna xwe ya li gel Rojnamegerên Tirkiyeyê de behsa mijara dubare beşdarî kirina Tirkiyeyê di projeya F35an de kiriye.
Balyozê Amerîkayê li Enqere Jeff Flake diyar kiriye ku, eger Tirkiye çareseriyek bo sîstema berevanî ya S400 ya Rûsî bibîne û vê sîstemê ji destê xwe derxe, vê demê Amerîka amadeye derbarê vegerandina Tirkiyeyê bo nava projeya F35an, li gel Tirkiyeyê danûstandinê bike.
Weke tê zanîn beriya du rojan jî rojnameya Fînancal times belav kiribû ku, niha Tirkiye hewl dide S400 di destê xwe de bifiroşe Pakistan anjî Hindistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin