Buhayê rêkeftina Amerîka û Siûdiyeyê eşkere bû

bombeyên gelek pêşkeftî radestî Siûdiyeyê têne kirin.
کوردستان TV
100%

Hefteya derbasbûyî Amerîka firotina çekên êrîş kirinê erê kiribû.

Piştî salek ji rawestandina şerê li Yemenê, hikûmeta Amerîkayê rêkeftina firotina çekên êrîş kirinê bi Siûdiyeyê îmze kir û ev rêkeftina han kete warê cîhbicîh kirinê.

Di vê derbarê de rojnameya Wall Street Jornal ya Amerîkî li ser zarê rayedarên ji wezareta berevanî ya Amerîkayê belav kiriye ku, vê Amerîka buhayê 770 miliyon dolar çekên êrîş kirinê bide Siûdiyeyê.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, di nava wan çekdan de 3 hezar bombeyên ji cureya GBU-393 hene ku, bo şerê nava bajaran tên bikaranîn û ji dûr ve têne avêtin.

herwiha Amerîka 7 hezar û 500 bombeyên ji cureya Paveway IV bide Siûdiyeyê ku, bombeyên leyzerîne û bi rêya odiyan (mahware) armancên xwe destnîşan dikin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.