Îsraîl plana Îranê eşkere kir

Îsraîl jî dibêje me xwe bo her cure egerek amade kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje eger heye di nava çend rojan de Îranê êrîş bike.

Rayedarekî îstîxbarata Îsraîlê ji rojnameya Axios ya Amerîkî re qala plana Îranê bo êrîş kirine ser Îsraîlê kiriye.

Ev rayedarê îstîxbarata Îsraîlê diyar kiriye ku, li gor zaniyariyên ku, ji çavkaniyên wan yên taybet yên di nava Îranê de ji wan re hatine, Îran xwe amade kiriye daku, di nava çend rojên pêşiya me de êrîşî ser bajarên qerebalix yên Îsraîlê bike.

Ev çavkanî diyar kiriye ku, plana Îranê eve daku, bi rêya dron û hajekan bajarên qerebalix yên Îsraîlê bike hedefa êrîşên xwe.

Ji aliyeke din ve hikûmeta Îsraîlê jî ragihandiye ku, di her warî de xwe bo bersifdayîna êrîşên Îranê amade kiriye.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.