Hizbulah bi hajekan êrîşî ser Bakûrê Îsraîlê kir

Îsraîl dibêje emê bi dijwarî bersifa hizbulahê bidin.
کوردستان TV
100%

Îsraîl dibêje tevahiya hajekên han hatine pûçkirin.

Çro danê sibê zû hizbulaha Libnanê bi hijmareke zêde hajek êrîşî ser çend navçe û deverên li Bakûrê Îsraîlê bi taybetî li herêma Celîl û Nehiyar kir.

Her çend hizbulah qala vê yekê dike ku, tevahiya hajekan cîhên mebest ketine lê Îsraîl jî dibêje sîstema berevanî tevahiya wan hajekan pûç kiriye û ti zirareke vê êrîşê tuneye.

Hevdem Îsraîl tekez li ser vê yekê kiriye ku, vê êrîşên wan yên bo ser hizbulaha Libnanê berdewam bibin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.