Kepsûleke gazê teqiyaye û çend kes jî birîndar bûne.
Duhê bişev li bajarê Îslamabada Xerb ya li Kirmaşanê jiber teqîna kepsûleke gazê 4 welatî canê xwe ji dest dan û çend welatiyên din jî birîndar bûn.
Di vê derbarê de qayimqamtiya Îslamabadê Xerb ragihandiye ku, di encama teqîna duhê de herî kêm 4 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve her îro duşem li Kirmaşanê dengê teqîneke din hate bihîstin lê spaha pasdaran ragihandiye ku, ev teqîn jiber tetbîqateke leşkeriye ku, niha li deverê de tê meşandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin