Serokatiya herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye

dibêje lazime tevahiya aliyan pêbendî çanda bihevre jiyana aştiyane bin.
کوردستان TV
100%

Dibêje bêrêzî bi olan nayê qebûl kirin.

Rakeşiyên li dor daxuyaniya kesatiyeke Êzidî ya derbarê îslamê de û bertekên hin aliyên îslamî, Serokatiya herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya han de Serokatiya herêma Kurdistanê behsa vê yekê kiriye ku, Serokatiya herêma Kurdistanê her cure bêrêzî kirin bi her ol û pêkhateyek nayê qebûlkirin û mehkûm dikin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de tekez li ser vê yekê jî hatiye kirin ku, nabe şaştiyek kesek weke şaştiya olekî were nasîn, lewre lazime tevahiya aliyan pêbendî hev û du qebûlkirin û çanda bihevre jiyana aştiyane bin û pêşiya destwerdanên kirb û kînê bigirin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de qala vê yekê hatiye kirin ku, aliyên têkildar berpirsên li ser lêkolîn kirin ser vê bûyerê û lazime rêkarên pêwîst yên qanûnî werin stendin û herêma Kurdistanê jî hertim weke navenda bihevre jiyana aştiyane dimîne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.