Huşiyar Zêbarî: Ev biryareke rast û erêniye

komîsyona hilbijartinên Îraqê biryara daxistina sê partiyên ser bi pkk dabû.
کوردستان TV
100%

Dibêje ev aliyên han çavkaniya aloziyan bûn.

Endamê desteya îdarî ya mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Huşiyar Zêbarê derbarê biryara komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê ya derbarê dûr xistina sê partiyên ser bi pkk ji hilbijartinên parlementoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Huşiyar Zêbarî di daxuyaniya xwe de nivîsandiye: Ev biryara han biryareke rast û erêniye jiber ku, ev her sê aliyên han çavkaniya alozî û nakokiyan bûn.

weke tê zanîn beriya du rojan komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê biryara daxistina 3 partiyên ser bi pkk dabû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.