Li Amerîkayê sîxorekî Îranê hate girtin

xwestiye întîqama Qasim Silêmanî bistîne.
کوردستان TV
100%

Xelkê Pakistanê ye û kar bo Îranê kiriye.

Li gor nûçeyeke BBC hêzên Amerîkî li bajarê New Yorkê keseke bi esil Pakistanî bi navê Asef Merçant (46) binçav kirine.

Çavkaniyê li ser zarê rayedarên ewlekariyê yên li New Yorkê diyar kiriye ku, ev kesê han karê sîxoriyê bo Îranê kiriye ku, plan bo teror kirina siyasetmedarên Amerîkî amade kiriye.

Ji aliyê xwe ve dadgeha New Yorkê jî diyar kiriye ku, Asef Merçant xwestiye întîqama Qasim Silêmanî bistîne û bo vê yekê jî bikujeke pispor ji xwe re dîtiye û bo ku, rayedarekî Amerîkî bikuje, 5000 dolar weke pêşîn daye wî.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.