3 partiyên ser bi pkk hatin daxistin

jiber têkiliyên wan li gel pkk hatine daxistin.
کوردستان TV
100%

Komîsyona hilbijartinan ya Îraqê biryar daye baregehên wan jî werin daxistin.

Komîteya Dadweran ya komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê bi hinceta ku, ser bi pkkê ne û têkiliyên wan li gel pkk hene, biryar daye daku, her yek ji partiya azadî û demokrasiya Êzidî, eniya berxwedana demokrasî û partiya azadiya komlgeha Kurdistanê werin daxistin.

Komîteya dadweriyê ya komîsyona bilind ya hilbijartinan li ser daxwaza komîteya karûbarên part û aliyên siyasî ev biryara han daye û ji bilî hilweşandin û daxistina wan her sê partiyan, vê dest jî li ser baregehên wan were danîn.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ev biryar piştî vê yekê hatiye ku, dezgehên ewlekarî û îstîxbaratî yên Îraqê belgeyên pêwîst derbarê hebûna têkiliyên navbera wan her sê partiyan û pkkê de pêşkêş kirine.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.