Behsa rewş û pêşhatên li deverê de hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hitchen kir.
Di civînê de giftûgo derbarê pêşhat û aloziyên li deverê de hate kirin û her du alî nêrînên xwe yên derbarê pêngavên çareserî û aram kirina rewşê de lihev veguhastin û tekez li ser vê yekê kirin ku, deverê nikare li hember alozî û nakokiyên zêdetir xwe bigire lewre pêdiviya xwe bi aramî û ewlekariyê heye.
Têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û encamên serdana dawî ya Serok Barzanî bo Bexdayê û civînên wî yên li gel rayedarên Îraqê û balyozê û nunerên welatan li Îraqê mijarên din yên vê civînê bûn.
Her di vê civînê de nîqaş derbarê rewşa Şingal û normal kirina rewşa Şingalê û cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê hate kirin û Serok Barzanî behsa hewl û qurbanîdanên bo azad kirina Şingal û têk birina terorîstan kir û ragihnad ku, rixmî ev hewl û qurbanîdanan lê hîn jî hin hêz û aliyên derqanûnî li Şingalê ne û li berdem normal kirina rewşa Şingalê û vegera xelkê bo ser malên xwe astengin.
Di dawiya civînê de giftûgo derbarê hevdîtin û giftûgoyên vê dawî yên di navbera hikûmeta federalî û hevpeymaniya cîhanî ya derbarê hebûna hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraq û herêma Kurdistanê de hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin