Fermandarê hêzên Frensî serdana wezareta pêşmerge kir.
Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, Fermandarê hêzên Frensî yên di nava hevbepymaniya cîhanî de John Mark serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel berpirsên komîteya reforman di nava hêzên pêşmerge de civiyaye.
Di civînê de giftûgo li ser prosesa yek xistina hêzên pêşmerge û reformên nava wezareta pêşmerge hatiye kirin û şanda Frensî tekez li ser berdewamiya piştîvaniyên Franseyê yên bo hêzên pêşmerge û prosesa reforman kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin