PDK û hizba îslamiya Îraqê civiyan

behsa rewşa giştî ya Îraqê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê û têkiliyên du alî hatiye kirin.

Îro şandeke partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya berpirsê desteya îdarî ya mekteb siyasiya PDK Fazil Mîranî pêşwaziya şandeke hizba îslamiya Îraqê bi Serokatiya Emîndarê giştî yê civata hizba îslamiya Îraqê Eyad Samerayî kir.

Di civînê de rixmî nirxandina têkiliyên kenvar û dostane yên di navbera PDK û hizba îslamiya Îraqê de hevdem tekez li ser bihêztir kirina wan têkiliyan hatiye kirin.

Her di heman civînê de giftûgo li ser rewşa Îraqê û pêşhatên li deverê de jî hatiye kirin û Fazil Mîranî tekez li ser amadebûna PDK yabo kar kirin li gel tevahiya aliyan bo xizmet kirina welatiyan kiriye.

Li hember de Eyad Samerayî jî diyar kiriye ku, ev weke hizba îslamiya Îraqê baweriya wan bi doza reva ya gelê Kurdistanê û mafa diyar kirina çarenivîsa gelan heye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.