Li Kirimiyayê Ukrayna êrîşî ser hêzên Rûsî kiriye.
Wezareta berevanî ya Ukraynayê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, li giravên Kirimiyayê hêzên Ukraynî êrîşî ser çend navendên hêzên Rûsî kirine.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, jêrderyayiya Rûsî ya bi navê Rostov Na Donu li peravên Kirimiyayê hatiye jinavbirin.
Her di heman êrîşê de çend sekoyên avêtina mûşekên S400 yên Rûsî jî hatine armanckirin û di encam de sekoyên avêtinê û radarên vê sîstemê jî hatine jinavbirin.
Heta niha Rûsye di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin