Bo salvegera komkujiya Şingalê peyamek belav kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 10mîn salvegera komkujiya Şingalê de peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Îro 10 sal bi ser genocide kirina xuşik û birayên Êzidî li Şigal û derdorê re derbas dike ku, di encama êrîşên hovane yên terorîstên DIŞIê bi hezaran kes ji şêniyên devera Şingalê hatine komkujkirin û bi deha hezarên din jî wenda û aware bûn.
Her çend 10 sal bi ser vê tawanê re derbas dibe, lê mixabin êş û azarên xuşik û birayê Êzidî dawî nehatine û hîn jî hijmareke zêde ji wan wenda û jiber xwe feriz kirina milîşiya û çekdarên derqanûnî li Şingalê, rewşa deverê nehatiye normalkirin û aware nikarîne vegerin cîhên xwe.
Di vê bîranîna han de qurbanîdanên hêzên pêşmerge yên Kurdistanê bi Rêberatiya Serok Barzanî bo rizgar kirina Şingalê bilind dinirxînin û bi rêzdarî ve li vê dinirên.
Hikûmeta herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê dike ku, berdewam dibe li ser hewlên xwe yên li gel hikûmeta federalî bo normal kirina rewşa aloz ya Şingal û derdorê û hewl bo awedan kirina deverê dide daku, derfeteke goncaw bo vegera serfirazane ya xuşik û birayên Êzidî bo cîhên wan were afirandin. Ji ber vê çendê em tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê weke xwe dikin daku, aramî û ewlekarî bo deverê vegere û parastin û îdare kirina deverê jî bikeve destê xelkê resen yê Şingalê.
Di dawî de serê rêzdariyê bo şehîd û qurbaniyên genocida Şingalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê di tewînin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin