Gelek kuştî û birîndarên heşda şebî hene.
Şeva derbasbûyî balefirên cengî yên Amerîkayê li Îraqê êrîşî ser çend navend û cebelxaneyên çekdarên heşda şebî kirine.
Li gor çapemeniya Îraqî êrîş li bajarê Babîl û derdorê pêk hatiye û di encama êrîşan de gelek kuştî û birîndarên heşda şebî hene û gelek cebelxaneyên wan jî hatine teqandin.
Heta niha amareke piştrast kirî derbarê hijmara kuştî û birîndaran de nehatiye belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin