Îsraîl daxwaze derxistina Tirkiyeyê ji NATOyê dike

balyoz û dîplomatên Îsraîlî dest bi liv û tevgeran kirine.
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Îsraîlê dibêje me dest bi rêkarên pêwîst kiriye.

Gefên Erdogan yên bo şandina artêşa Tirkiyeyê bo Felestînê Îsraîl gelek aciz kiriye û piştî ku, wezîrê derve yê Îsraîlê gotibû Erdogan weke Sedam tevdigere û dawiya wî jî weke Sedam dibe, dîsa Îsraîl dest bi avêtina gaveke din kir.

Li gor çapemeniya Îsraîlê wezîrê derve yê vê welatî Israel Katz ferman bi tevahiya balyoz û dîplomatên Îsraîlî yên li welatên cîhanî bi taybetî welatên endam di NATOyê de kiriye daku, bo derxistina Tirkiyeyê ji NATOyê dest bi danûstandinan û avêtina gavên cidî bikin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.