Rewşa Libnanê her diçe aloztir dibe

Amerîka jî daxwaz ji welatiyên xwe dike bilez ji Libnanê derkevin.
کوردستان TV
100%

Welatên cîhanê jî welatiyên xwe vedikêşin.

Fikarên li dor destpê kirina êrîş û operasionên Îsraîlê yên li dijî hizbulahê di nava axa Libnanê de her diçe zêdetir dibin û Îsraîl jî xwe bo êrîş û operasiyoneke berfire amade kiriye.

Di vê çarçoveyê de pişt rawestandina liv û tevgerên balefirxaneya Beyrûtê, duhê jî gelek welatên cîhanê bi taybetî welatên Ewrûpî daxwaz ji welatiyên xwe kirine daku, bilez ji Libnanê derkevin.

Herwiha Amerîka jî duhê daxwaz ji welatiyên Amerîkî yên li Libnanê kiriye daku, bilez vê welatî bicîh bihêlin û Almanya jî bi heman şêwe daxwaz ji welatiyên xwe kiriye daku, bilez ji Libnanê derkevin.

Ji aliyê xwe ve duhê jî Erdogan gef kiribû ku, eger heye Tirkiye hêzên leşkerî bişîne Felestînê.

Îran jî bi daxuyaniyên curbicur dilgiraniya xwe li hember êrîşên dijî Libnanê diyar dike û dibêje êrîş kirine ser Libnanê vê bibe sedema karesatên mezin û Îsraîl jî berpirsiyar dibe.

Weke tê zanîn piştî êrîşa Hizbulahê bo ser navçeya Mecdal Şemis ya li Golanê ku, bibe sedema mirina 12 kesan û birîndarbûna 30 kesan, Îsraîl soz dabû ku, êrîşî ser hizbulaha Libnanê bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.