Biryara daxistina kempên penaberan hat taloq kirin

bo demeke nediyar biryara daxistina kempan hatiye taloqkirin.
کوردستان TV
100%

Herêma Kurdistanê jî dijî vegerandina aware penaberan bi darê zorê ye.

Beriya niha wezareta koç û koçberan ya Îraqê ragihandibû ku, roja 30 Tîrmehê tevahiya kempên aware û penaberên başûrê Îraqê yên li herêma Kurdistanê bi temamî têne daxistin.

Ev di demek de bû ku, hikûmeta herêma Kurdistanê gelek hewl dida daku, aware û penaber bi darê zorê neyên vegerandin û bo vê yekê jî herêma Kurdistanê çend gavên girîng avêtibû.

Ji aliyê xwe ve îro berpirsê karûbarên koç û koçberan li Dihukê Pîrdeyan Cefer ragihandiye ku, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî biryara daxistina kempan bo demeke nediyar paş xistiye û ji niha û pêde aware û penaber bi darê zorê nayên vegerandin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.