Duhê hizbulah êrîşî ser Îsraîlê kiribû.
Piştî êrîşa duhê bişev ya çekdarên hizbulahê bo ser navçeya Mecdel Şemis ku, bibû sedema mirina 12 kesan û birîndar bûna zêdetir ji 30 kesan, hikûmeta Îsraîlê jî daxuyaniyeke tund da.
Di daxuyaniya hikûmeta Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, vê Îsraîl li hember vê êrîşê bêdeng nemîne û agirê vê êrîşê tevahiya Libnanê bişewtîne.
Hikûmeta Îsraîlê herwiha diyar kiriye ku, vê bersifeke gelek dijwar bide û çarenivîsek weke çarenivîsa hemasê li benda hizbulahê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin