Îran spasiya herêma Kurdistanê dike

dibêje jiber hestên însandostî yên Serokatiya herêma Kurdistanê hatine azadkirin.
کوردستان TV
100%

20 girtiyên Îranî ji aliyê herêmê ve hatine azadkirin.

Konsulusê Îranê yê li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan ya Îranê ( Irna) re ragihandiye ku, 20 welatiyên Îranî yên ku,  li herêma Kurdistanê girtî bûn, di encama niyeta însandostî ya Serokatiya herêma Kurdistanê hatine azadkirin û bo Îranê hatine vegerandin.

Konsulusê Îranê yê li Hewlêrê herwiha spasiya Serokatiya herêma Kurdistanê û wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê jî kiriye ku, bersifeke erênî dane daxwazên Îranê û ev 20 welatiyên han azadkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.