Sekoya dronên hûsiyan hatiye jinav birin

Amerîka dibêje êrîşên me yên bo ser hûsiyan berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Amerîka êrîşên xwe yên dijî Hûsiyan didomîne.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî daxuyaniyek derbarê rewşa Yemenê û êrîşên çekdarên Hûsî de belav kiriye.

Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku, êrîşên hûsiyan bo ser hêzên Amerîkî û hevpeymanan li deverê de didomin lewre Amerîka û hêzên hevpeyman jî berdewamin li ser êrîşên xwe yên li dijî hûsiyan û di vê çarçoveyê de di nava 24 seatên derbasbûyî de hêzên Amerîkî karîne çend sekoyên ( navendên) avêtina dronên bombekirî yên hûsiyan ji nav bibin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.