Li Dêra Zorê êrîşî ser hêzên Amerîkî hate kirin

Amerîka jî deverên di destê çekdaran de topbaran kiriye.
کوردستان TV
100%

Şeva derbasbûyî bi 10 hajekan ev êrîş pêk hatiye.

Navenda çavdêriya mafên mirovanya Sûriyeyê belav kiriye ku, şeva derbasbûyî komên çekdar yên ser bi eniya berxwedana Îslamî êrîşî ser hêzên Amerîkî yên li navenda gaz ya Conoco ya li Dêra Zorê kirine.

Navendê diyar kiriye ku, komên çekdar bi 10 hajekan ev êrîşa han pêk anîne û heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidest xistin.

Herwiha piştî êrîşê, hêzên Amerîkî jî bi çekên giran deverên ku, hajek jê hatine avêtin topbaran kirine.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.