Zirêvanên liqê jî bersifa êrîşê dane.
Peyamnêrê me yê li Kerkûkê ragihand ku, îro şemî çekdarên nenas ji çend aliyan ve bi çekên curbicur êrîşî ser bînaya liqa 3 ya PDK ya li Kerkûkê kirine.
Peymanêrê me eşkere kiriye ku, zirêvanên liqê jî dem û dest bersifa êrîşê dane.
Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, ev çekdarên han bi qenas û çekên giran êrîş kirine û xwestine destpêkê xala kontrolê dagîr bikin û pişt re jî derbasî navenda liqê bibin lê zirêvanên liqê êrîşa wan pûç kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin