Li Reqayê 6 terorîstên DIŞIê hatine girtin.

operasiyonên dijî DIŞI li deverê de didomin.
کوردستان TV
100%

hêzên Ewlekariya Hundirîn 6 çeteyên DIŞI li Reqayê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Reqayê şaneyeke çeteyên DIŞI’ê ku ji 6 çeteyan pêk dihat, girtine.

Li gor nûçeyeke anhayê di daxuyaniyê ev agahî hatin parvekirin "Piştî komkirina agahiyan û diyarkirina cihên ku endamên şaneya DIŞI’ê xwe lê vedişartin, hêzên me yên Dezgeha Ewlehiya Giştî roja 24’ê Tîrmehê operasyoneke ewlehiyê ya bi bandor li gundê Kerama yê rojhilatê Reqayê li dar xist. Hêzên me bi ser cihên endamên şaneyê xwe lê vedişartin girtin û endamên şaneyê ku 6 kes pêk dihat girtin. Şaneya hatî girtî plana pêkanîna kiryarên terorî datanî."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gel çeteyekî belgeyê ajokariyê ya tirkî hate dîtin.

Her wiha hate destnîşankirin ku miqdareke çek, teqemenî û alavên pêwendiyan bi çeteyan re hatin, dîtin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî bidawîbûna lêpirsînê çeteyên hatin girtin dê sewqî dadgehê werin kirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.