Amerîka: Hevkariya me bo Îraqê berdewam dibe

Iraq jî daxwaza vekêşîna hêzên Amerîkî dike.
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Amerîkayê li gel wezîrê berevanî yê Îraqê civiyaye.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) daxuyaniyek belav kiriye û têde qala naveroka civîna wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin û wezîrê berevanî yê Îraqê Sabit Ebasî kiriye.

Di daxuyaniya  han de hatiye diyarkirin ku, di civînê de her du aliyan behsa hevkarî û hevbeşiya navbera Amerîka û Îraqê kirine û tekez li ser girîngiya hevbeşî û hevkariya han hatiye kirin.

Her di heman civînê de wezîrê derve yê Amerîkayê ragihandiye ku, hevkarî û piştîvaniya Amerîkayê bo Îraqê berdewam dibe.

ev civîna han di demekê deye ku, hikûmet û aliyên siyasî yên Îraqê daxwaza derketina hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî li Îraqê dikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.