Ukrayna: Amadene li gel Rûsyeyê danûstandê bikin

dibêje em daxwaz ji welatan dikin hevkariya me bikin.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Ukraynayê çûye Çîn.

Wezîrê derve yê Ukraynayê Dmitri Koliba ku, niha bi serdaneke fermî li Pekena paytexta Çînê ye di konferanseke çapemeniyê de behsa şerê navbera welatê xwe û Rûsyeyê kir.

Wezîrê derve yê Ukraynayê Dmitri Koliba piştî civîna xwe ya li gel hevpîşeya xwe ya Çînî di konferanseke çapemeniyê de diyar kir ku, bo rawestandina şer welatê wî amadeye li gel Rûsyeyê dest bi danûstandinê bik.

Nav hatî herwiha daxwaz ji Çîn û welatên din jî kiriye daku, di vê warî de hevkariya Ukraynayê bikin.

Di beşeke din ya konferansa han de wezîrê derve yê Ukraynayê tekez li ser berdewamiya têkiliyên abûrî û bazirganî di navbera Ukrayna û Çînê de kiriye û gotiye Çîn hevbeşeke girîng ya bazirganî ya Ukraynayê ye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.