Amerîka: Diyar bûna çarenivîsa revandiyan bo me girînge

dibêje em berdewamin li ser piştîvanî kirina hewldanên heyî bo diyar kirina çarenisîva revandiyan.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Amerîkayê li gel nunerên Êzidiyan civiya.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li Washîngtonê li gel hijmareke zêde ji nunerên Êzidiyan civiya.

Di civînê de wezîrê derve yê Amerîkayê balkêşande ser qurbaniyên Êzidî yên destê terorîstên DIŞI û ragihand ku, diyar bûna çarenivîsa Êzidiyên revandî bo me gelek girînge û Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hewlên aliyên têkildar yên bo diyar kirina çarenivîsa revandiyan.

Nav hatî diyar kiriye ku, jiber êrîşên terorîstên DIŞIê zêdetir ji 300 hezar Kurdên Êzidî aware bûne û hîn jî çarenivîsa 2 hezar û 600 kesên din nediyare lewre bo me gelek girînge ku, çarenivîsa wan jî were zanîn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.