Hêzên Rizgariya Efrînê: 11 çete hatin kuştin

li dijî komên cîhadî çend çalakiyên curbicur pêk aniye.
کوردستان TV
100%

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî çeteyan ên dawîn agahî dan.

HRE’yê diyar kir ku hêzên wan di 19 û 20’ê Tîrmehê de li xeta Marê û Ezazê 2 çalakiyên serdegirtinê li dar xistine.

Ajansa anhayê belav kiriye ku, di dewamê de hate gotin: “Roja 19’ê Tîrmehê li xeta Marê hêzên me ji du baskan ve ketin nava çeperên dijmin, hêzên me derbeke giran li çeteyên dagirker xist, mevzî û çeperên dijmin bi temamî rûxandin û dagirkerên li wir ceza kirin. Her wiha hêzên me çûn ser cenazeyekî dijmin. Di encama vê çalakiyê de yek jê fermandar, 4 dagirker hatin kuştin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha erebeyeke doçkabarkirî jî hate derbkirin.”

Têkildarî çalakiya xwe ya 20’ê Tîrmehê jî HRE’yê ev agahî da: “Roja 20’ê Tîrmehê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke serdegirtinê li ser çeteyên dagirker li dar xist, çeper û mevziyên dijmin hatin rûxandin û hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkeran. Di encama vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin û 3 çete jî birîndar bûn. Di heman demê da 2 erebeyên leşkerî hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de 3 çekên AK-47, 2 rext, 11 jarjorên AK-47’yan, telefonek, cîhazeke muhabereye ya HYT, çenteyek, pîlên termalê û miqdareke zêde ya fîşekên AK-47’yan ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî çalakiyên wan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî sivîlan kiriye û hate gotin: “Piştî çalakiyên bibandor ên hêzên me dewleta Tirk a dagirker û tevî çeteyên xwe bi awayekî namerdane dîsa li pêş raya giştî bi tank, obîs, hewan û doçkayan gundewarên Şehbayê yên koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê lê dijîn, kirin hedef. Di encama vê yekê de jî şêniyek birîndar bû û her wiha mal û milkên gelê me ji ber êrişên bêexlaq zirar dît.”

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.