Amerîka: Hemas nikare ti rolek bilîze

dibêje emê lêkolînê li ser rêkeftina aliyên Felestînî yaku, li Çînê îmze kirin bikin.
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyanî daye.

Wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de derbarê rewşa Xeze û şerê Hemasê de daxuyaniyek daye.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye eşkere kirin ku, hewldanên Amerîkayê yên bo ragihandina agirbest û azad kirina dîlan li Xezeyê berdewamin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, Amerîka û aliyên têkildar niha nîqaş li ser rewş û çawetiya îdare kirina Xezeyê piştî şer dikin û tevahiya aliyên têkildar bi vê mijarê ve il ser vê yekê hemfikirin ku, nabe di pêşerojê de bo îdare kirina Xezeyê de ti rolek bilîze.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, Amerîka venêrînê bo rêkeftina aliyên Felestînî yaku, li Çînê îmze kirine dike.

Di dawiya daxuyaniyê de tekez li ser xwesteke Amerîkayê ya bo îdare kirina Xezeyê ji aliyê desthilata Felestînê ve hatiye kirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.