Amerîka: Lazime rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin

dibêje bila hêzên federalî Şingal biparêzin.
کوردستان TV
100%

Dibêje destpêkeke nûye bo normal kirina rewşa Şingalê.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller di konferanseke çepemeniyê de qala rewşa Şingalê û girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê kir.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku, lazime rewşa Şingalê were normalkirin, ev bajêr were nûjenkirin û bo vê yekê jî lazime rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin.

Nav hatî diyar kiriye ku, Amerîka daxwaz ji her du hikûmetên herêmê û hikûmeta federalî dike ku, ev rêkeftina han cîhbicîh bikin ku, destpêka dabîn kirina aramî, aştî û avedan kirina Şingalê ye.

Ev rayedarê Amerîkî daxwaz kiriye daku, parastina ewlekariya Şingalê radestî polis û hêzên federalî were kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.