Hikûmeta herêmê beşdarî di komcivîna azadiya olî de dike

şanda herêma Kurdistanê çend civîn û hevdîtinan li gel nuner û rayedarên welatên beşdar pêk tîne.
کوردستان TV
100%

Komcivîn li Japonê hatiye lidarxistin.

Şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê bi Serokatiya wezîrê karûbarên olî Piştîvan Sadiq beşdarî di komcivîna cîhanî ya azadiya olî yaku li Japonê hatiye lidarxistin dike.

Di civîna han de giftûgo li ser rewşa olan, pêkhateyên olî û azadiyên wan tê kirin û şanda hikûmeta herêma Kurdistanê jî di civînê de gotarek pêşkêş kiriye û balkêşandiye ser bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyan û misoger kirina maf û azadiyên wan li herêma Kurdistanê de.

Her di çarçoveya vê komcivîna han de vê şanda herêma Kurdistanê çend civîn û hevdîtinan li gel nuner û rayedarên çend welatan pêk tîne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.