Li gel berpirsê desteya îdarî civiya.
Îro Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê Andrew Beasley li Pîrmamê serdana mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê kir û li gel berpirsê desteya îdarî ya mekteb siyasî Fazil Mîranî civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û gelê Kurdistanê û gelê Brîtanyayê hate kirin û Konsulusê Brîtanyayê hêvî xwest Kurdistan zêdetir pêşbikeve û têkiliyên han jî bihêztir bibin.
Her di heman civînê de her du alî giftûgo derbarê amadekariyên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê yên bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin