Vegera awareyan bo başûr û naverasta Îraqê didome

hikûmeta herêmê dijî vegerandina bidarê zorê ya awareyane.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji hezar û 800 aware vegeriyane Nînovayê.

Wezareta koç û koçberan ya Îraqê ragihandiye ku, vegera dilxwaz ya awereyên başûr û naverasta Îraqê bo cîhên xwe berdewame û di vê çarçoveyê de rojên derbasbûyî hezar û 841 aware ku, xelkê parêzgeha Nînovayê ne, ji kempên li parêzgeha Dihukê vegeriyane parêzgeha Nînovayê.

Weke tê zanîn hikûmeta Îraqê dixwaze kempên awareyên Îraqî yên li herêma Kurdistanê werin daxistin û herêma Kurdistanê jî dibêje nabe aware bi darê zorê werin vegerandin û lazime şer û mercên goncaw bo vegera dilxwaz bo wan werin afirandin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.