Li Nînovayê 7 terorîst hatin girtin

destê wan di nava çend kiriyarên terorîstî de hebûye.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê îstîxbarata Îraqê ve hatine girtin.

Îstîxbarata Îraqê belav kiriye ku, hêzên wan li ser esasê zaniyariyên bawermend ku, ketine destê wan li Nînovayê operasiyonek dijî 7 terorîst ku, beriya niha ji aliyê dadgehê ve hatibûn cezakirin lidar xistine.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, hêzên îstîxbaratî di operasiyonê de karîne her 7 terorîstan binçav bikin û piştî lêkolînên destpêkê vê radestî dadgehê werin kirin.

Ev 7 terorîstên han beriya niha destê wan di nava çend kiriyarên terorîstî yên li parêzgeha Nînovayê de hebûye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.