Henarde kirina petatên Kurdistanê destpê kir

vê 100 hezar ton petat bo Îmaratê werin şandin.
کوردستان TV
100%

Petatên Kurdistanê bo Îmaratê têne şandin.

Li gor daxuyaniyeke hikûmeta herêma Kurdistanê, di çarçoveya hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî de yên bo dîtina bazarên biyanî bo firotina berhemên çandiniyê yên Cotkarên Kurdistanê de, îro prosesa henarde kirina petatên Kurdistanê destpê kiriye.

Hikûmet eşkere kiriye ku, ji herêma Kurdistanê vê 100 hezar ton petat bo Îmaratê werin şandin.

Vê di demên pêşde henarde kirina petat û berhemên din yên Cotkarên Kurd bo welatên biyanî bidome û gelek berhemên din yên Kurdistanê bo derveya welat werin henardekirin.

Nûçe Kurdistan Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.