Êrîş li deryaya sor û naverast pêk hatine.
Peyvdarê çekdarên Hûsî yên li Yemenê Yehiya Serî ragihand ku, hêzên wan bi rêya dron, hajek û belemên bombekirî êrîşî ser sê keştiyên ku, xwestine derbasî benderên Îsraîlê bibin kirine.
Serî eşkere kiriye ku, ev keştiyên han ku, xwestine derbasî benderên Îsraîlê bibin li deryaya sor û naverast hatine armanckirin û navên wan jî ewin; BENTLEY I, CHIOS Lion û Olvia.
Serî di beşeke din ji axaftinên xwe de aniye ziman ku, heta êrîşên Îsraîlê yên bo ser Xezeyê berdewam bin vê êrîşên Hûsiyan jî dijî keştiyan berdewam bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin